H’emû nûçeSereke

Ji alîyê sîyasî-stratêcîda wê diha rastbe, heger xêncî aşîtîparêzên rûs usa jî aşîtîparêzên başqe bêne cîhwarkirinê: pêşezanê leşkerî

Ji alîyê sîyasî-stratêcîda wê diha rastbe, heger xêncî aşîtîparêzên rûs usa jî aşîtîparêzên başqe bêne cîhwarkirinê.Ev bona Rûsîyayê wê bibe eşaretî, ku ew borcdarîyên xwe diha baş biqedînin. Derheqa wê yekêda pêşezanê leşkerî Karên Hovhannîsyan gotîye.

“Wî çaxî tê bêjî wê konkûrênsîya pêşda bê û Rûsîyayê bikaribe bi rastî bicêribîne hemû tiştî bike bona ku borcdarîyên xwe biqedîne.

Teşkîla aşîtîparêza niha borcdarîyên xwe tam naqedîne, çimkî ne ku tabî, lê gundekî tam derbazî bin kontrola dijmin bûye.

Feqet, ji alîkî mayînva cîhwarkirina aşîtîparêza dikare cûrekî mayînbe, çimkî Rûsîya çawa navçîgara sekinandina şêr bûye û heger ew welat ji lîstikê derê, wî çaxî diqewime li Arsaxê careke mayîn opêrasîyonên leşkerî destpêbin”,-Karên Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button