H’emû nûçeSereke

Bayloza  ŞAY ye li Ermenîstanê rastî malbetên leşkerên ermenîye dîlketî hatîye

Bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysî rastî malbetên wan leşkerên ermenî hatîye, yên ku sala 2O2O-î û sala 2O21-ê dîl ketine.

Baylozxana Ştatên Yekbûîye li Ermenîstnê elam kirîye, wekî nava gotûbêjkirina derbazbûyîda pirsên mafên mêriv bûne, nava wanda usa jî xala 8-a, ya elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î, ya derheqa pevguhartina dîla û cinyazada û konvênsîya Jnêvêdane.

«Em bang dikin ku hemû dîla aza berdin, bi hesabhildana êşa malbetên wana, û cedandina bidine xebatê ku leşkerên bêser-berate undabûyî bêne dîtinê»,-nava elametîya baylozxanêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button