H’emû nûçeSereke

Tatoyan xerîtên li cem leşkerên azêrî dîtî belav kirine, kîjanada piranîya topraxa Ermenîstanê çawa ya Adirbêcanê hatîye raberkirinê 

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêrvî berê Arman Tatoyan rûpelê xweyî faceboo da nivîsîye: «Ev xerîte wextê şerê 44 roje li cem leşkerên azêrî hatine dîtinê. Nava van xerîtada zelal tê kifşê, wekî piranîya Ermenîstanê /Syûnîk, Gêxarkûnîk û cîhên mayîn/ çawa Adirbêcana dîrokî hatîye raberkirinê.Hetanî navên wan jî  çawa yên azêrî hatine dîyarkirinê.

Mesele, wextê ku împêratorîya Rûsîyayê hedimî, têrîtorîya Adirbêcanê 13O OOO çargoşe kîlomêtr bû, têrîtorîya Adirbêcana dêmokratîk salên 1918-192O-î 114 OOO çargoşe kîlomêtr bû. Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî nehîyên Zangêzûrê,Yêxêgnazorê, Sêvanê, Dîlîcanê hetanî sala 1923-a giva yên Adirbêcanê bûne. Azêrîya daye dîyarkirinê, wekî ji 86,6 hezar çargoşe kîlomêtrî 13 11O kîlomêtr hê bindeste.

Kitêbên wanda jî dîsa feşkirinên wî cûreyî hene. Eva propaganda desthilatdarîya Adirbêcanêye. Menîyên xirabkarîyên azêrîyaye dijî merivatîyê evin».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button