H’emû nûçeSereke
Pêwandîyên ermenîya-rûsa usa jî nava çand û kûltûrayêda pêşda diçin: Alên Sîmonyan
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan 6-ê nîsanê tevî teşkîldarîya pêşkêşî 3O salîya pêwandîyên ermenîya-rûsaye dîplomatîyê bûye.
Nava dorana wê berevbûnêda Sîmonyan derheqa pêwandîyên ermenîya-rûsada xeberdaye û bi taybetî gotîye wekî herdu welat edetên dostîya bi sedsala xweyî dikin û roja îroyîn ne tenê nava govekên sîyasî û êkonomîkîda, lê usa jî nava goveka çandêda didine pêşxistinê.
Baylozê Rsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn jî daye dîyarkirinê, wekî nava pêwandîyên 3O salên dawîda gelek guhartinên mezin û girîng hene.