Yekîtîya Avropayê borcdarî hildaye ser xwe ku hevkarîya tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine kûrkirinê û bona altkirina halê sert bi hevra bixebitin: Şarl Mîşêl

Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan qebûl kirine bona ku gotûbêjkirinên derheqa halê li Qafqasîya Başûr û pêşxistina pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayê berdewam bikin.
Serokê Şêwira Avropayê ew qirara Yekîtîya Avropayê careke mayîn îzbat kirîye ku hevkarîya tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine kûrkirinê û tevayî bixebitin bona ku halê sert altkin, qewînbûna li Qafqasîya Başûr bidine çareserkirinê.
Tevbûyên rasthatinê bûyarên piştî hevdîtina meha kanûnêye li Bryûsêlê û vîdêyokonfêransa sibata sala 2O22-a, ya tevî Makronê serok, dane tomerîkirinê.
Mîyaserkirina borcdarîya hatîye lênihêrandinê û pêwîst hatîye hesabkirinê ku xalên elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î xweykin. Şarl Mîşêl daye dîyarkirinê, wekî girînge ku gavên herdu alîyaye hûmanîtarî ji herdu alîyada bêne xweykirinê. Xeberdan usa jî derheqa pirsên hûmanîtarî, nava wanda usa jî azaberdana dîla û helkirina pirsên bêser-berate undabûyada, çûye û hatîye elamkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê hazire piştgirîyê bide wê înîsîyatîvayê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî bi mandata komîsîyayê sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê bêne dîyarkirinê û bêqezyabûna bi dirêjaya sînor bê çareserkirinê.
Mîşêlê serok usa jî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku dûraya anegor di navbera hêzên herdu alîyada hebe bona ku pevçûyîn neqewimin û halê sert bê milahîmkirinê.Ewî îzbat kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê hazire şêwirdarîyê û piştgirîyê bide.
Seroka usa jî pirsa dasekinandina rîya û sîstêma gotûbêj kirine. Pevketin hatîye destanînê ku dîna xwe bidine encamên hevdîtinê û hevkarîyê berdewam bikin.







