H’emû nûçeSereke
Gotûbêjkirinên dora bûyarên li gundê Parûxê negîhandine qîmetê tevayî: Paşînyan derheqa hevdîtina Bryûsêlêda gotîye

Wextê hevdîtina bi navçîgarîya serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl xeberdan usa jî derheqa halê Qerebagêyî bêqezîyabûnêda çûye, bi taybetî derheqa bûyarên li gundê Parûxê. Ew gotûbêjkirin negîhandine qîmetkirina tomerî. Derheqa wê yekêda Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.
Ewî derheqa tabîya ermenîda, ya hindava vê têmayêda bîr anîye û gotîye: «Em hîvîdarin wekî aşîtîparêzên rûs wê mecala bidine xebatê, ku pareskerên azêrîya ji zona cabdarîya wan derkevin».
Bi gotina wî, derheqa wê yekêda wextê axaftin bi têlefonê ya tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, hatîye dîyarkirinê.