H’emû nûçeSereke
Helkirina pirsgirêkaye bi rîya dîplomatî niha gelekî girînge: Borêl derheqa hevdîtina li Bryûsêlê xeberdaye
Wekîlê Yekîtîya Avropayêyî pirsên der û bêqezîyabûnê Jozêp Borêl derheqa hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda, ya bi nvçîgarîya Şarl Mîşêle li Bryûsêlê, xeberdaye.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî Jozêp Borêl derheqa wê yekêda rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye, li kîderê daye dîyarkirinê, wekî tevî serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan û serokê Adirbêcanê Elîyêv gavên konkrêt hatine avîtinê bona ku peymana aşîtîyê bê hazirkirinê.
«Nava hemtêksta gêopolîtîkîye nihada gelekî girînge ku dew û doza bi rîya dîplomatî bidine helkirinê»,-ewî gotîye.