Paşînyan ew pirs raber kirine, yên ku wextê hevraxeberdana gerekê bêne gotûbêjkirinê

Bona alîyê ermenî garantîyayên bêqezîyabûna cimeta Qerebagê, parastina maf û azayên wan, usa jî zelalkirina statûsa Qerebagêye dawî, pirsên prînsîpyalin. Ev pirs ketine nava rojeva aşîtîyê û gerekê wextê hevraxeberdana bêne gotûbêjkirinê.
Derheqa wê yekêda, wextê civîna hukumatê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.
“Nava encamên hevdîtinêda, dora du pirsa qirar hatîye qebûlkirinê. Ya ewlin, teslîmî wezîrên herdu welataye karên der kirine, ku xebatên bona hazirkirina peymana aşîtîyê destpêkin û wî alîda hevdîtina û hevraxeberdana teşkîlkin. Ev yek dide kifşê, wekî prînsîpên ku Ermenîstanê û Adirbêcanê raber kirine, gerekê bêne pêşdakişandinê û anegorî encamên hevraxeberdana bêne raberkirinê”,- Paşînyan gotîye.
Paşînyan bîr anîye, wekî çawa bersiva pêşnîyarên Adirbêcanê, alîyê ermenî daye dîyarkirinê, wekî nava wanda tiştên qebûlnekirinê tunene. “Feqet ew pirsên rojeva aşîtîyê nadine tomerîkirinê. Bona me garantîyayên bêqezîyabûna cimeta Qerebagê, parastina maf û azayên wan, usa jî zelalkirina statûsa Qerebagêye dawî, girîngin. Ev pirs ketine nava rojeva aşîtîyê û gerekê bibine pirsên hevraxeberdana”,- serokwezîr gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî alîyê ermenî mînanî berê wê yekê girîng hesab dike ku koma Mînskê tevî vê prosêsê bibe û bona wê yekê jî gerekê xebatê berdewam bikin.
“Qirara li Bryûsêlê ya mayîn ew bû ku hetanî dawîya meha nîsanê, komîsîyayê bona dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê sazkin. Mandata wê komîsîyayê wê ya dubarebe. Ya ewlin pirsa dêlîmîtasîyayêye, dîyarkirina sînora, lê ya duem çareserkirina bêqezîyabûn û qewînbûna sînoraye. Bi wê têmayê îdî serê salekêye, ku bi navçîgarîya Rûsîyayê gotûbêjkirin derbaz dibin. Hûn zanin, wekî hene têrîtorîyayên Ermenîstanê, yên ku bin kontrola Adirbêcanêdanin, hene têrîtorîyayên Adirbêcanê yên ku bin kontrola Ermenîstanêdanin. Ev pirs gerekê wextê hevraxeberdana bêne helkirinê”,-Paşînyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî bona xebatên dîyarkirina sînora, Rûsîyayê û Yekîtîya Avropayê derheqa hazirîya piştgirîya xweda elam kirine û wî alîda gerekê pêşda herin. “Tabîya me ewe, wekî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hidûd heye û ew yê hêna Sovyêtêye. Bi vê yekê gerekê xebatên li ser snora destpêkin û gerekê bicêribînin bi mecalên anegor bighîjine çareserkirina qewînbûn û bêqezîyabûnê”,- serokwezîr gotîye.
Bi tomerîkirin û qîmetkirina hevdîtina li Bryûsêlê, serokwezîr gotîye, wekî pevketin hatîye destanînê, ku bi herdu alîyava pêşda herin. Paşînyan serda zêde kirîye wekî ewê rojeva bona vekirina wedê zemanê aşîtîyê bona welêt û herêmê berdewam bikin.
“Em gerekê tiştê herî zêde bikin wekî ev rojev bibe rastî. Mixabin, ew yek tenê meva girêdayî nîne. Feqet em gerekê beşa xebata xwe mîyaserkin”,- serokwezîr gotîye.