H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê wê heykelê dostîya ermenîya-rûsa bê cîhwarkirinê

Îsal têra tê dîtinê, ku li Yêrêvanê heykelê dostîya ermenîya-rûsa bê danînê. Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Lavrov usa jî bîr anîye, wekî 3O-ê  nîsanê 3O salîya îzbatbûna pêwandîyên dîplomatîye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda demam  bûye. Îsal usa jî 25- salîya peymana derheqa hevkarîyê û piştgirîya hindava hevda demam bûye. “Eva  bona tifaqdarî û hevkarîya stratêcîye di navbera meda, saleke kifşe”,- Lavrov gotîye.

“Rûsîya dîsa hevkara Ermenîstanêye pêşe. Beşa meye nava kirîn-frotana derda ji 3O selefî zêdetire”,- wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotîye.

Herdu wezîr pevketine ku piştgirîyê bidine doranên bîznêsê.

“Îsal em têra dibînin li Yêrêvanê heykelê dostîya ermenîya-rûsa bidine cîhwarkirinê”,- wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button