SerekeSîyasî

Miletçîyên tirk bona qedandina reqas û stiranên kurdî xwendikarên kurd xistine

Parlamêntvanê ji partîya Dêmokratîk, ya Gela /HDP/ Omer Farûq Gergerlîoglû li parlamêntê elam kirîye, wekî li merkeza Tirkîyayê koma miletçîyên tirka bona qedandina reqas û stiranên kurdî xwendikarên kurd xistine.

Ewî usa jî gotîye, wekî ewî bi têlefonê tevî xwendikarekî kurd qise kirîye, yê ku piştî wê bûyarê paşda vegerîyaye Dîyarbekirê. Xwendikarê kurd  gotîye, wekî ewê paşda venegere li wê ûnîvêrsîtêyê  li kîderê ew dixwîne, çimkî wê komê ew mecbûr kirine ku înstagramêda serpêhatîya belavkin, kîjanada ew baxşandinê bona reqasê dixwezin. Parlamêntvan Twittere da nivîsîye, wekî wîra li hev hatîye wî xwendikarî bîne ser wê fikirê, ku ew paşda vegere îdara xweye xwendinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button