H’emû nûçeSereke

ŞAY hazire piştgirîyê bide normalbûna heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, nava wêda  usa jî çawa hemsedira koma Mînskê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava pirsa çêkirina pêşeroja edil û dêmokratîke li Qafqasîya Başûr dîsa xwe cabdar dibîne.

Derheqa wê yekêda ji dêpartamênta Ştatên Amrîkayêye Yekbûîye dewletê ragîhandine. Hatîye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî li gorî mandata koma Mînskê cabdare. Pêşda  li Moskvayê, wextê prêss-konfêransa wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, wezîrê Rûsîyayê gotibû: “Wa gotî hevkarên meye fransî û amêrîkî, nava cedandina berbi hiznekirina rûsa hemû tiştê tevî Rûsîyayê dane teribandinê, nava wanda usa jî hemsedirtîya koma Mînskê, û elam kirine wekî nava wê formatêda wê mera xeber nedin”.

“Em berbirî Ermenîstanê û Adirbêcanê dibin, ku pêwandîyên dîplomatî bidine aktîvkirinê û dîsa wan mêxanîzma bidine xebatê, ku rêyên helkirinê bêne dîtinê, heleqetîya bidine normalkirinê û bighîjine qayîlnivîsara aşîtîyê”,-ji dêpartamênta ŞAY-ye dewletê elam kirine. Elametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî hazire dîsa nava wê înîsîyatîvayêda piştgirîyê bide Ermenîstanê û Adirbêcanê, usa jî nava dorana koma Mînskêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button