H’emû nûçeSereke

Welatîyên bîyanîye ku hatine Ermenîstanê, alî kirin ku pirsgirêkên li Ermenîstanê bibînin: wezîr

Welatîyên bîyanîye ku rûyê bûyarên li Ûkraînayê hatine Ermenîstanê, gelek pirsgirêkên li Ermenîstanê eşkere kirin.Fikira wî cûreyî wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Tîgran Xaçatryan elam kirîye.

“Dema ku awqas meriv carekêra hatine Ermenîstanê, wana usa jî bona me pirsgirêkên me dane eşkerekirinê. Gelek pirsgirêkên me hene. Ew ne tenê derheqa nîşanên rîya, qewilên jîyînê, rêgîstrasîyakirina teşkîleta û pirsên mayîndane.Ew pirsgirêk wî çaxî eyan bûn, wextê ku hate dîyarkirinê, wekî em nava wedekî kurtda nikarin bersiva wana bidin, lê ew jî dewê dikin wekî lez wan qirara qebûlkin, bona ku ew pirsgirêk bêne helkirinê”,-wezîr gotîye.

Bi fikira Tîgran Xaçatryan, merivê ku tê Ermenîstanê tevî xwe fikira tînin, kîjana Ermenîstan gerekê lez guhdarke û fem bike, ku li welatê me çi têrê nake ku li vir bikaribin bijîn û bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button