
Nava raporta banka hemcîhanêda hatîye dîyarkirinê, wekî sala 2O22-a encamê êkonomîka Ermenîstanê wê bi 1,2 selefî kêmbe.
Hatîye dîyarkirinê, wekî sanksîyayên dijî Rûsîyayê û şerê li Ûkraînayê, derbê dighînine êkonomîkayên dinîyayê û hîvîyêne, wekî êkonomîkayên Avropayê û Asîya Navîn wê giranîya hîmlî hildine ser xwe.
Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî sanksîyayên dijî Rûsîyayê wê xirab hukumî ser êkonomîka Ermenîstanê bikin, çimkî pêwandîyên Rûsîyayêye qewîn tevî Ermenîstanê hene.