AborîSerekeSîyasî

Almanîyayê 116 mîlîyon 4OO hezar yûro çawa piştgirîya fînansî bide Ermenîstanê

Li parlamênta Ermenîstanê cîgirê wezîrê êkonomîkayê Rafayêl Gêvorgyan projeya derheqa qebûlkirina qayîlnivîsara di navbera hukumata Ermenîstanê û hukumata Almanîyayêda raber kirîye. Rafayêl Gêvorgyan gotîye, wekî Almanîyayê 116 mîlîyon 4OO hezar yûro çawa alîkarîya fînansî bide Ermenîstanê.

“Ev piştgirî ji du beşaye. 7O mîlîyon yûro wê bona pêşxistina bîznêsên biçûk û navîn, 4O mîlîyon jî bona goveka ênêrgêtîkayê wê bêne başqekirinê. Mêxanîzma ku wê vê piştgirîyê derbazke, sîstêma welête bankêye. Fonda ermenîya-almana heye, bi destî kîjanê ew pere wê derbazî sîstêma banka Ermenîstanêbin”,-Gêvorgyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button