CîhanSereke

Bin heyîna krîzeya li Ûkraînayê Tirkîya êrîşên xweye li Sûrîyayê daye  gurkirinê

Hevserokê şêwira Sûrîyayêye leşkerî, ya Cizîrê, Hesen Selmo derheqa gurbûna êrîşên Tirkîyayêda xeberdaye.

Eskerên Tirkîyayê û piştgirên wê van dawîya êrîşên xweye li herêmê dane gurkirinê. Herroj li nehîyên Tel Temirê û Zerganê meriv tên kuştinê û birîndarkirinê”,- Selmo gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî mermê rêjîma tirka ewe ku binelîyên li wir ji wandera bidine derxistinê. Ew usa jî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk şantaj dikin. Bi gotina wî, êrîşên Tirkîyayê piştî destpêbûna konflîkta Rûsîyayê û Ûkraînayê gur bûne.

“Tirkîya gaveke usa diavêje, bona ku topraxên nû dagir bike. Hêzên me êrîşên wan paşda didin û ew hazirin bersiva her êrîşeke ser herêmê bidin”,- wekîlê şêwira leşkerî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button