SerekeSîyasî

Davît Babayan: rîya koma Mînskê niha tune, ew hatîye qerimandinê, lê ne ku belav bûye

Koma Mînskê dika tek-tenêye, li kîderê pirsgirêka Qerebagê dikare bê helkirinê û bona ku rêyên başqe hebin, gerekê dikên bona hemû alîya yên qebûlkirinê hebin. Fikira wî cûreyî wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.

“Hê zûye bêjin, ku wê çawabe, yazîya koma Mînskê wê çi cûreyîbe, lê dîyare wekî ji wê formatê hê paşda sekinîne. Belê, hate dîyarkirinê, wekî şuxulkarîya koma Mînskê tê qerimandinê, lê ez nafikirim, wekî ew format hatîye belavkirinê, çimkî şuxulkarî gerekê bi rêyeke mayîn bê mîyaserkirinê, heger welatên koma Mînskê wê yekê bixwezin”,- Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button