AborîSereke

Rûsîya û Ermenîstan pevketine tevayî portfêla projeyên învêstîsîyon sazkin  

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonmîkayê Vahan Kêrobyan cîgirê wezîr Narêk Têrçyan ji 1O-ê nîsane hetanî 12-a li Fêdêrasîya Rûsîyayê bûn.Nava dorana seredanêda dêlêgasîya ermenî ji alîyê cîgirê wezîrê Rûsîyaêyî êkonomîkayê Dmîtrî Volvaçda hatîye qebûlkirinê.

Vahan Kêrobyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan hewaskare ku hevkarîya tevî Rûsîyayê nava govekên senayê, kirîn- frotanê û învêstîsîyayên dualîda hevkarîyê bide kûrkirinê û berfirehkirinê.

Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî êkonomîkayê Dmîtrî  Volvaç jî daye dîyarkirinê, wekî zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda sala 2O21-ê bi 13 selefîva zêde bûye û gihîştîye 2,6 mîlîyard dolarî, lê sala 2O22-a, meha çileda ew kirîn- firotan himberî çileya sala par zêdayî gihîştîye 5O selefî. Alîyê rûsa bona mîyaserkirina bernamên învêstîsîyone nava govekên transportê, ênêrgêtîkayê û sîstêmên sosîyalîda cêrge pêşnîyar pêşda kişandine.

Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya di navbera herêmada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button