H’emû nûçeSereke

Bona aşîtîparêzên Rûsyayê ceribandineke başqe ye: Paşînyan di derbarê bûyarên li Parûxê

Vekişandina leşkerên Adirbecanê ji axa di bin berpirsyarîya koma aşîtîparêzên Fêdêrasyona Rûsyayêda, ya li Arsaxê, bona mîsîya aşîtîparêzên rûs hewcedarî û ceribandineke başqeye.

Derheqa vê yekêda  serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan gotîye.

Ewî bi bîr anîye ku ketina hêzên Adirbêcanê bo gundê Parûxê, yê ku di bin berpirsyarîya hêzên aşîtîparêzada ye, nîşan da ku Adirbêcan bi têrora pisîxolocî, ya li dijî gelê Arsaxê, têr nabe û dixweze bi têrora çekdarî Arsaxê ji ermenîya bide valakirinê. Ew yek jî şikberîyê pêşda tîne ku hêzên aşîtîparêzên Rûsyayê duh nehiştin komeke ji parlamêntvanên Ermenîstanê derbazî Arsaxê bibe. Ev cûrê xebatê dijî xala elametîya 9-ê mijdarêye ku sivdera Laçînê ji bo wê hatîye çêkirinê ku pêwandî di navbera Qerebaxê û Ermenîstanêda hebe”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button