Sereke

Nava pirsa îmzekirina peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê xiyalên nerast tunene:Paşînyan

Îmzekirina aşîtîyêye tevî Adirbêcanê dikeve nava planên desthilatdarîya Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê daye dîyarkirinê.

“Gerekê bêjim, wekî li vir xiyalên nerast tunene, çimkî em înkar nakin wekî Adirbêcanê bicêribîne şuxulkarîya hevraxeberdana lez bike nava hesarê, wê yekê werguhêzî agrêsîya nû bike, ya dijî Ermenîstanê Arsaxê”,-Paşînyan gotîye.

Bi wê yekêva tevayî, bi gotina Paşînyan, bi femkirina hemû rîskên ku dikarin hebin, desthilatdarîya Ermenîstanê hatîye ser wê fikirê, wekî sekinandina dîsa li wî cîyî rîska kêm nake û wana hê dide sertkirinê.Bo wê yekê jî li Bryûsêlê pevketin hatîye destanînê ku hetanî dawîya meha nîsanê komîsîya dualî sazkin bona ku xebatên xêzkirina sînora destpêkin.

Paşînyan gotîye wekî mandata komîsîya dualî wê ya dubarebe û ewê xêncî xebatên li ser sînor wê qewînbûn û bêqezîyabûna li wirva jî mijûlbe.

Serokwezîr gotîye, wekî teşkîla komîsîyayê wê bê zelalkirinê û hetanî 3O-ê nîsanê ewê eyanbe.Nava wî wedeyîda nevsên anegor gerekê tevî Adirbêcanê bixebitin û nava pirsên teşkîldarîda bên ser fikireke tomerî. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button