Sereke

Organîzeya Peymana Beqezîyabûna Kolektîv hetanî roja îroyîn li beşa Sotk-Xoznavarê monîtorîng mîyaser nekirîye:Paşînyan

Organîzeya Peymana Beqezîyabûna Kolêktîv hetanî roja îroyîn li beşa Sotk-Xoznavarê monîtorîng mîyaser nekirîye. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî tevî hemû tiştî organîzeyê hetanî roja îroyîn li wêderê monîtorîng derbaz nekirîye, daye dîyarkirinê,wekî salên dirêj nava civakêda ew fikir heye ku organîzeya anegor wextê dema pêwîst wê tu tiştî neke û çawa dîtindar bimîne.

Paşînyan gotîye, wekî hêzên azêrîya hetanî roja îroyîn li beşa Sotk-Xoznavarêne û bi wê yekê qezîyayê bona Ermenîstnê saz dikin.

Serokwezîr usa jî daye dîyarkirinê, wekî rûyê wê opêrasîyonêda 45 çargoşe kîlomêtr erd tenê nîne ku hatîye okûpasîyakirinê. Bi gotina wî, hê ji salên 9O-î dora 7O kîlomêtr çargoşe erd jî wî cûreyî maye.

Serokwezîr gotîye, wekî wextê dîyarkirina sînora, ev pirs jî wê bê lênihêrandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button