Wekîlên wezîreta pêşmerga tevî şêwirmendê koalîsîyona navnetewî Têd Bêroûz hevdîtin derbaz kirine.
Nava elametîya wezîreta pêşmergada hatîye gotinê, wekî serokê beşa rêforma Nebez Salih rastî şêwirmendê koalîsîyona navnetewî, yê li Kurdistanê Têd Bêroûz hatîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî wextê hevdîtinê Bêroûz derheqa piştgirîya hindava rêformada daye dîyarkirinê.
Hatîye gotinê, wekî wextê hevdîtinê pirsa derheqa yekbûna hemû hêzên pêşmerga hatîye gotûbêjkirinê.