SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr: “Em pirsgirêkên helnekirîy radîkal ya tevî Bexdayê helkirî dixwezin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cîgirê alîkarê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Coy Hûd qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê prosêsa sîyasîye li Îraqê, nava wêda usa jî pirsa sazkirina hukumata nû hatîye gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa qewînkirina pêwandîyên di navbera Kurdistanê û Ştatên Amêrîkaye Yekbûyîda çûye.

Coy Hûd  daye dîyarkirinê, wekî Kurdistan çawa hevkara Ştatên Yekbûîye girîng, ya li Rojhilata Navîn, tê hesabê.

Serokwezîr  careke mayîn gotîye, wekî Kurdistan dixweze ku pirsgirêkên tevî Bexdayê bi radîkal bêne helkirinê. Ewî gotîye, wekî Herêma Kurdistanê wê ji mafê xweyî konstîtûsîyon paşda nesekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button