H’emû nûçeSereke
Kêrobyan û Mantûrov pirsên derheqa kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê Rûsîyayêda gotûbêj kirine
Nava dorana seredana li Rûsîyayê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan û cîgirê wezîr Narêk Têryan rastî wezîrê Rûsîyayêyî senayê û kirîn- frotanê Dênîs Mantûrov hatine.
Ji wezîreta êkonomîkayê ragîhandine, wekî wextê hevdîtinê halê hevkarîya nava kirîn-frotanêda, yê di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda, hatîye gotûbêjkirinê.
Wextê hevdîtinê Vahan Kêrobyan bi razîbûn derheqa kirîn-frotana mehên çile û sibatêda xeberdaye.
Xeberdan usa jî derheqa cêrge bernamên tevayîda çûye.