Nava goveka malhebûna gundîtîyêda kirîn-frotana di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda bi 15 selefîva zêde bûye. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye malhebûna gundîtîyêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî nava wê govekêda potênsîyala mezin heye û sala derbazbûyî dereca kirîn-frotanê bi 15 selefîva zêde bûye, gihîştîye 773 mîlîyon dolarî.