H’emû nûçeSereke

Avtomaşîna leşkerî ya ku ji dûrayê tê serkarîkirinê, dikare deşta şêrda dewsa leşker cîhê xwe bigre

Têknîka ku înjênêrên ermenî çê kirine, dikare deşta şêrda dewsa leşker cîhê xwe bigre. Bi gotina hîmdarê hevaltîya “Îsatêk robotîks”-ê  Vahan Îsacanyan, ev dezgeh, navê kîjanî “Skorpyon”-e, weke merivekîye û dikare wî hemû tiştî bike, çi ku leşker deşta şêrda dike.

“Robotê leşker” ji sala 2O17 a da hazire, lê ew hê bona cêribandina û çêkirina bo esker hazir nîne. Wextê qisa tevî Armênprêssê hîmdarê hevaltîyê gotîye, wekî ew dikare nava cîhê bi qezîyara bara cîguhastî bike û êvakûasîya birîndara jî mîyaserke.

“Robot li ser dûraya deh kîlomêtra tê serkarîkirinê û li ser dûrayê hemû tişt zelal dîyar dibe.”,- Îsacanyan gotîye.

Bi gotina Îsacanyan çi ku leşker dike, robot jî wî hemû tiştî dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button