H’emû nûçeSereke

Ji destpêka krîzeya li Ûkraînayê ji Rûsîyayê nêzîkî 74 OOO merivî hatine Ermenîstanê: Vahan Kêrobyan

Ji destpêka krîzeya li Ûkraînayê ji Rûsîyayê nêzîkî 74 OOO merivî hatine Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye têlêvîzîyona Rûsîyayê.

“Çi ku derheqa welatîyên Ûkraînayêdane, ew hîmlî ji dîyaspora ermenîne, ew paşda vegerîyane. Welatîyên bi esilê xweva ûkraîn gelek nînin, ji hezarekî hetanî du hezara, lê çi ku derheqa cimeta Rûsîyayêdane, nêzîkî 75 OOO merivî ji wir hatine Ermenîstanê. Em nizanin ewê çiqasî li Ermenîstanê bimînin. Dema ku ez ji Ermenîstanê diçûme Rûsîyayê, teyarêda gelek rûs hebûn, yên ku çûbûne Yêrêvanê û wî çaxî jî paşda vedigerîyan. Bi tomerî hildayî, Ermenîstan welatekî mêvanhize û bi taybetî welatîyên Rûsîyayê dikarin aza bijîn û bixebitin”,-Kêrobyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo tirsa wî cûreyî heye ku di navbera welatîyên ji Rûsîyayê û Ûkraînayê hatî hal sertbe, yan jî zordarî bêne mîyaserkirinê, Kêrobyan gotîye:

 “Li cem me roj heye wextê ku beşeke meriva dijî opêrasîyona leşkerî derdikeve û cîhekî mayîn jî piştgirên opêrasîyonêne. Welatê me yê dêmokratîke û her kes dikare fikira xwe elamke”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button