H’emû nûçeSereke

Baxdasarov meremê kirina opêrasîyona Tirkîyayêye li Îraqê şirove kirîye

Opêrasîyona Tirkîyayêye li Îraqê wê çend meha bikişîne. Meremê wê opêrasîyonê ewe ku hêzên Partîya Karkerên Kurdistanêye li ser sînor bide tunekirinê.Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Rûsîyayê, serokê merkeza lêkolînên welatên Rojhilata Navîn û Asîya Navîn Sêmyon Baxdasarov derheqa wê yekêda gotîye.

Baxdasarov daye dîyarkirinê,wekî baskê leşkerî, yê Partîya Karkarên Kurdistanê li Rojhilata Navîn û li çend welata, usa jî li Tirkîyayê dişuxule.

“Hêzên hîmlî li bakûrê Sûrîyayêne. Ştabên îraqî jî li bakûrin, li kîderê Enqerê opêrasîyon destpê kirîye”,-Baxdasarov gotîye.

Sîyasetmedar daye dîyarkirinê,wekî nava pirsa piştgirîya hindava kurdada tabîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gelekî zîreke. Ew difikire, wekî Rojava dikare bersiva dew û dozê  nede. Bi fikira Baxdasarov ew yek dikare bibe rexnekirina sîmvolîk.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button