H’emû nûçeSereke

Ez nafikirim wekî Tirkîya nava heleqetîyên tevî Ermenîstanê dikare bibe konkûrênta Rûsîyayê: Andrêy Kortûnov 

Ez nafikirim wekî Tirkîya nava heleqetîyên tevî Ermenîstanê dikare bibe konkûrênta Rûsîyayê. Derheqa wê yekêda serokê şêwira Rûsîyayê, ya îşên navnetewî Andrêy Kortûnov  gotîye.

Bi gotina wî, ev şuxulkarî berê ewlin bona Ermenîstanê û Tirkîyayê girînge, pêwandîyên Yêrêvanê û Enqerê nikarin normalbin, çimkî pirsên heyî nahêlin ku herdu welat pêşda herin, Ermenîstan ji halê pêşdahatî zîyanê dikeve, lê bona Tirkîyayê jî tu tiştekî baş tune.

“Çi ku derheqa Moskvayêdane, ez difikirim, wekî li Moskvayê hene meriv yên ku bi kumreşî nêzîkî vê dîyalogê dibin û difikirin, wekî normalbûna heleqetîyên ermenîya- tirka dikare bibe kêmbûna tehsîra Rûsîyayêye li Ermenîstanê.Em gerekê pêwandîyên xweye tevî Yêrêvanê li ser hîmê xwe çêkin, nenihêrî wê yekê ku pêwandîyên Ermenîstanê wê tevî welatên mayîn çawa pêşda herin. Ez nafikirim, wekî Tirkîya dikare nava pêwandîyên tevî Ermenîstanê bibe konkûrênta Rûsîyayê”,-Kortûnov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button