H’emû nûçeSereke

“Hîmên usa tunene  ku meriv bifikire ku mîsîya rûsîye aşîtîparêzîyêye li Qerebagê hetanî dawîya wedê kifşkirî ser hevda bê”: Kortûnov

Hîmên usa tunene  ku meriv bifikire ku mîsîya rûsîye aşîtîparêzîyêye li Qerebagê hetanî dawîya wedê kifşkirî ser hevda bê. Derheqa wê yekêda serokê şêwira Rûsîyayê, ya îşên navnetewî Andrêy Kortûnov  gotîye.

Bi gotina wî, Moskva gelekî bi guhdarî nêzîkî halê pêşdahatî dibe. “Fikira usa heye wekî nava pêşeroja nêzîkda wê li hev neyê ku pirsên statûsa Qerebagê helkin û tabîya rûsî jî ewe wekî li vê nehîyê îzina êskalasîya nû neyê dayînê, rûyê çida binelîyên herêmê dikarin zîyanêkevin. Merem ewe, ku piştgirîyê bidine helkirina pirsên hûmanîtarî û hevkarîya êkonomîkî. Meremên Rûsîyayê niha sînorkirîne û konkrêtin”,- Kortûnov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button