SerekeSîyasî

Aldar Xelîl: meremê me tune ku em rêjîma Sûrîyayê ji Qamişloyê û Hesekê bidine derxistinê

Bi axaftina derheqa pêwandîyên serte di navbera admînîstrasîya otonom û rêjîma Sûrîyayêye li Rojavayê, endamê şêwira partîya Yekîtîya Dêmokratîk Aldar Xelîl gotîye,wekî meremê wan tune hukumata Sûrîyayê ji Qamişloyê û Hesekê bidine derxistinê.

Aldar Xelîl raberî prêssayê kirîye û daye dîyarkirinê,wekî hukumata Sûrîyayê nehîyên kurdaye li Helebê daye dorgirtinê.Gilî derheqa nehîyên Şêx Maksûd û Eşrefîyêdane.

Dorgirtina wan nehîyaye ji alîyê Damişqêda berewam dibe û îzinê nadin wekî ardû û derman herine li wan nehîya.

Xelîl daye dîyarkirinê, wekî  meremê Rojavayê tune ku hukumata Sûrîyayê ji Qamişloyê û Hesekê bide derxistinê, lê mecala wan heye ku hêzên hukumatê ji van nehîya bidine dûrxistinê.

Bi gotina Aldar Xelîl, Rojava dixweze tevî Damişqê bighîje qayîlîyê, lê hinek kom li ser wê rê îzinê nadin ku bighîjine qayîlîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button