H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê û Rûsîyayê qayîlnivîsara derheqa hevkarîya nava goveka bêqezîyabûna înformasîyonda îmze kirine

Ermenîstanê û Rûsîyayê qayîlnivîsara derheq hevkarîya nava goveka bêqezîyabûna înformasîyonda îmze kirine.
Qulixdarîya prêssayê, ya şêwira Rûsîyayêye bêqezîyabûnê daye dîyarkirinê, wekî alîyên hevkarîyêye hîmlî wê ewbin, ku nava wê govekêda dijî qezîyayên pêşdahatî gav bêne avîtinê, înformasîyayên bi meremê têrorîzmê, xirabkarîyên mayîn pevbiguhêrin, teribandinên wextê xebitandina têknolocîyên înformasîyon bi hevra bidine eşkerekirinê û sekinandinê.
Qayîlnivîsar ji alîyê sêkrêtarên herdu welataye bêqezîyabûna miletîyê Nîkolay Patrûşêv û Armên Grîgoryan hatine îmzekirinê.







