
Îraqê opêrasîyona eskerê tirkaye dijî Partîya Karkerên Kurdistanê, ya li ser têrîtorîya Îraqê gunehkar kirîye.
Wekîlê wezîreta Îraqêye karên der Ahmed Al Sahaf elam kirîye: “Hukumata Îraqê wê yekê qebûl nake û berk wan opêrasîyona gunehkar dike, wextê kîjana nehîyên Îraqêye li Metînê, Zapê, Avaşînê û Basîyanê tên bombebarandinê”.
“Îraq hesab dike, wekî bi vê yekê serbixwetîya welêt û pêra jî qanûn û peymanên navnetewî tên teribandinê. Ew yek usa jî prînsîpa cînartîyê dide teribandinê”,- ewî gotîye.
Wekîlê wezîretê daye dîyarkirinê, wekî têrîtorîya Îraqê gerekê bona welatên mayîn nebe meydana konflîkta.