H’emû nûçeSereke

Moskvayê bicêribîne tabîyên xwe xweyke: Bryûsêlê jî şuxulkarîyên xweye li Qafqasîya Başûr bide lezêxistinê  

Nava vê êtapêda meriv dikare  pêşda bifikir wekî  Moskvayê bicêribîne ku tabîyên xweye li Qafqasîya Başûr xweyke. Feqet, Bryûsêlê bicêribîne bi aktîvî pêvajoyên li herêmê bide lezêxistinê. Fikira wî cûreyî xebatkarê înstîtûta ser navê Prîmakov, ya êkonomîka hemcîhanî û pêwandîyên navnetewî, Alêksêy Malaşênkoyê rojhilatzan elam kirîye.

Malaşênko daye dîyarkirinê, wekî halê gêopolîtîkîyî nû wê pirsgirêkên nû pêşda bîne. Ew yek wê ne tenê bona Yêrêvanê û Bekûyêbe, lê ew pirs ya globale.

Bi qîmetkirina Malaşênko, Rojava bi zanebûn  naxweze tevî Rûsîyayê li Qafqasîya Başûr bişuxule û dicêribîne Rûsîyayê ji herêmê bide dûrxistinê.Moskva bona wê ssnarê hazir bû.

Bi gotina rojhilatzan pirs hatîye danînê ku tabîyên rûsa bidine zeyîfkirinê, derba bighînine mîsîya aşîtîparêzên rûse li Arsaxê. Malaşênko gotîye, wekî Rojavayê bicêribîne hazirîya Rûsîyayêye leşkerîye li herêmê bide tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button