Wezîrê Tirkîyayêyî parastinê 17-ê nîsanê elam kirîye wekî ew li bakûrê Îraqê opêrasîyonên berfireh dijî Partîya Karkerên Kurdistanê destpê dike.
Zelal bûye, wekî alîyê tirka bona wê yekê 33 heb balafirên leşkerîye F-16, usa jî helîkoptêr û diron, dîvîzîyonên artîlêrîyayê û pareskerên mexsûs derxistine meydanê.
Hedefên Tirkîyayêye hîmlî qampên PKK-ê ye li Metînê, Zapê û Avaşînêne.
Li gorî înformasîyayên tirka, wextê opêrasîyona leşkerekî tirk hatîye kuştinê û sisê jî birîndar bûne.
Alîyê kurda jî elam kirîye, wekî 44 leşkerên tirka hatine kuştinê, nava wanda ofîsêrekî derecebilind.