H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina tevî Pûtîn, Paşînyan mecala pêşxistina şuxulkarîya aşîtîparêzên Rûsîyayê raber kirîye

Rûsîya hevkara Ermenîstanêye stratêcîke, herdu welat bi kardarî nava Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîda, Hevalbendîya Welatên Serbestda, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda hevkarîyê dikin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye.

Serokwezîr derheqa rola Vladîmîr Pûtînda, ya nava sekinandina opêrasîyonên leşkerîye li Qerebagê û îzbatkirina agirbstê daye dîyarkirinê.

“Piştî wê yekê aşîtîparêzên rûs li Qerebagê dişuxulin û bi tomerî hildayî şuxulkarîya aşîtîparêza bêqezîyabûnê dide çareserkirinê û tê bêjî gerekê lê binihêrin ku meriv çi dikare bike bona ku şuxulkarîya aşîtîparêza çi cûreyî  zêdetir kardarbe.Li herêma me helkirina pirsgirêka Qerebagê pirsa sîyasîye here serekeye. Ez hêvîdarim, wekî emê derheqa wê yekêda xeberdin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button