AborîSerekeSîyasî

Mîşûstîn nava qewilên sanksîyayên dijî Rûsyayê, nava kirîn-firotana tevî Ermenîstanê, diha bi aktîvî xebitandina pereyên miletîyê girîng hesab kirîye

Rûsya eleqedare ku bi Ermenîstanêra hevkarîyê bidine pêşxistinê.

Derheqa wê yekêda serokwezîrê Fêdêrasyona Rûsyayê Mixayîl Mişustîn, wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan, gotîye.

“Em bixêrhatina we li avahîyê hukumatê dikin. Seredana we ya fermî ji bo pêşdabirina pêwandîyên me yên hevalbend-dostanî ku Ermenistanê û Rûsyayê bi hevva girêdide gelek girînge. Em îsal 30 salîya pêwandîyên dîplomatîk yên di navbera herdu welatanda, 25 salîya Peymana Dostanî, Hevkarî û Alîkariya Hevbeş, pîroz dikin. Di encama hevdîtinên duh, yên tevî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, hûn li ser xurtkirina hevkarîyên dualî, yên di hemû warên rojeva herdu welatên meda, gihîştine peymanên mezin. Fêdêrasyona Rûsyayê ji bo pêkanîna biryarên di asta bilindda wê hemû mecala bide xebatê”.

Li gorî Serokwezîrê Rûsyayê, Rûsya di nav hevkarên derda, yên Ermenistanêda, di rêza yekemda ye. Mişustîn pêşniyar kirîye ku pêvajoya îmzekirina bernameyeke nû, ya hevkariya aborîye di navbera Ermenistanê û Rûsyayêda bidine lezêxistinê

Zêdetir nîşan bide
Back to top button