H’emû nûçeSereke
Nava raporta “Freedom House” ê da hatîye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan pêşda çûye

Organîzîya mafparêz “Freedom House”-ê raporta xweye salê raber kirîye, kîjanêda derheqa Ermenîstanêda jî hatîye dîyarkirinê.
Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî ji sala 2OO4- a da destpêkirî sê welatên avtorîtar Moldova, Kosovo û Ermenîstan bona qewînkirina dêmokratîyayê gav avîtine.
Li gorî raportê, Ermenîtstan pêşda çûye, ya ku bi hevt qala pêş ketîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan nava çend govekada, nava serkarîkirina dêmokratîyayê, şuxulkarîya hilbijartina û pêşkeftina sîstêma hiqûqîda pêşda çûye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî nava welatên Sovyêta berêda Ermenîstan tenê peyî Ûkraînayê, Gurcistanê û Moldovayêye.







