H’emû nûçeSereke

Paşînyan dîyar kirîye ku ew û serokê Rûsyayê li ser gelek mijarên girîng bi hevra qayîl bûne /vîdêyo/

Serokwezîr Nîkol Paşinyan nava dorana seredana xweye fermîda çûye Dûma Dewletê ya Fêdêrasyona Rûsyayê û rastî serokê Dûma Dewletê Vyaçêslav Volodîn hatîye.

Li ser vê yekê “Armênpress”-ê ji dayîreya ragîhandin û têkîlîyên giştî, ya ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê, agahî daye.

Vyaçêslav Volodîn pêşwazîya seredana fermî ya serokwezîrê Komara Ermenîstanêye bo Rûsyayê kirîye û gotîye: “Ez zanim ku we tevî  serokê Rûsyayê hevraxeberdanên kardar derbaz kirine û di encamêda daxûyanîyeke girîng hatîye qebûlkirinê.” Serokê Dûma Dewletê her wiha behsa xurtkirina pêwandîyên di navbera parlamêntada kirîye û gotîye ku di vî warîda dîyalogeke six heye. Li gorî birêz Volodîn, pêbawerîya dualî, ya di navbera herdu welatanda, derfeteke baş  ji bo pêşdabirina pêwandîyan dide.

Paşînyanê serokwezîr spasîya pêşwaziya germ kirîye û daye zanîn ku têkîlîyên bi vî rengî hêzeke nû didine têkîlî û hevkarîya di navbera dewletanda. Serokwezîrê Ermenîstanê jî qewînbûna hevkarîya di navbera parlamêntoyan û dîyaloga aktîv girîng hesab kirîye. Nîkol Paşînyan gotîye: “Me bi  Pûtînê serokra gotûbêjeke bi bandor kir, daxûyanîyeke girîng hate qebûlkirinê”. Di hevdîtinê de fikir dora xebatên komîsyona navparlamêntî, derbazkirina civîna li Yêrêvanê, ya Peymana Bêqezyabûna Kolêktîv, xebatên aşîtîparêzên rûs, yên li Qerebaxê û mijarên din, hatine pevguharti

Zêdetir nîşan bide
Back to top button