H’emû nûçeSereke

Rûsîya û Ermenîstan nava dereca pêwandîyên di navbera parlamêntada hevkarîya kardar didine pêşxistinê: Matvîyênko

Nava dereca pêwandîyên di navbera parlamêntada hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayê gelekî baş pêşda diçe. Derheqa wê yekêda seroka şêwira Rûsîyayêye Fêdêrasîyon, Valêntîna Matvîyênkoyê wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.Ewê bona xebatên hevkarîya di navbera parlamêntada razalixî elam kirîye.

“Komîsîya di navbera parlamêntada xebata xwe bi açixî mîyaser dike. Ji alîyê Rûsîyayêda cîgirê serokê şêwira fêdêrasîyon Yûrî Vorobyov serkarîyê dike, yê ku bi cabdarî xebata xwe mîyaser dike. Bona civîna komîsîyayêye 34-a ewê herine Yêrêvanê”-, ewî gotîye.

Xêncî hevkarîya dualî,  Valêntîna Matvîyênkoyê derheqa xebata di navbera parlamêntên Hevalbendîya Welatên Serbestda daye dîyarkirinê û razalixî elamî parlamêntvanên parlamênta Ermenîstanê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button