Serokwezîrê Îraqêyî berê derheqa opêrasîyona tirkaye li başûrê Kurdistanê xeberdaye û bang kirîye, ku hukumata Îraqê gavê anegor dijî wê yekê biavêje.
Nûrî Al Malîkî daye dîyarkirinê, wekî bi vî cûreyî serbixwestîya Îraqê tê teribandinê û derheqa piştgirîya wan merivada xeberdaye, yên ku bi mecbûrî cîh û warên xwe dihêlin, diçin.
Em bêjin, wekî wezîreta Îraqêye karên der gazî baylozê Tirkîyayêyî li Begdayê kiribû û nota şikyatkirinê dabû bayloz, kîjanêda hatibû bangkirinê ku opêrasîyona li Herêma Kurdistanê bidine sekinandinê.