H’emû nûçeSereke

Em difikirin wekî nava formata koma Mînskêda mecal hene pirsgirêka Qerebagê bi rîya edil bidine helkirinê: bayloza ŞAY

Em difikirin wekî nava formata koma Mînskêda mecal hene pirsgirêka Qerebagê bi rîya edil bidine helkirinê. Li komplêksa Sîsêrnakabêrdêye bîranînê bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê, Lîn Trêysîyê gotîye rojnemevana.

«Hevtîya derbazbûyî Êndryû  Şofêr, yê ku wekîlê Ştatên Yekbûîye nava koma Mînskêdane, li vir bû.Ew  beşdarî cêrge hevdîtina û gotûbêjkirina bû. Emê nava formata dualîda û  usa jî çawa endama koma Mînskê hemû rîya lê binihêrin, ku pirsgirêk bi rîya edil bê helkirinê. Em berbirî alîya dibin, ku ji axaftinên gefxwerinê û dijminatîyê dûr bimînin, çimkî ew yek alî şuxulkarîyê nake. Şikberî tune wekî hevraxeberdan wê dijwarbin. Eva dew û dozeke dijware, ya ku nava salên dirêjda çê bûye.Em axaftina serokwezîre hevtîya derbazbûyî silav dikin û em  axaftina wî girîng hesab dikin, em bangî alîya dikin, ku bi axaftinên wî cûreyîva pêşda bên»,-Trêysîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button