H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan wê yekê pêwîst hesab dike, ku gerekê dereca pêvajoya aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Arsaxê bidine bilindkirinê

Meriv nikare emekê aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebagê neşêkirîne, lê ji alîkî mayînva jî em pêwîst hesab dikin ku lazime şuxulkarîya aşîtîparêzaye li Arsaxê bidine bilindkirinê. Wextê civîna hukumatê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr derbarê wê yekêda gotîye.

«Ketina komên azêrîyaye li gundên Arsaxê, li wê zonayê, kîjan bin cabdarîya aşîtîparêzên Rûsîyayêdane, nerihetîyê pêşda tîne û em hêvîdarin, wekî aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebagê wê derxistina komên azêrîyaye li gundê Parûxê bidine çareserkirinê»,-Paşînyan gotîye û ew yek girîng hesab kirîye, ku pêwîste bêqezîyabûna Qerebagê bê çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button