H’emû nûçeSereke

Paşînyan dide bawarkirinê, wekî piştî elametîya 9-ê mijdarê tu projeke derheqa pirsgirêka Qerebagêda tune

Nava vî wedeyîda û niha jî tu projek yan jî dokûmênteke qebûlnekirî tune, ya ku derheqa pirsgirêka Qerebagêdane.Wextê civîna hukumatê Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa wê yekêda dîyar kirîye.

«Piştî 9-ê mijdara sala 2O2O-î pêşîya her seredaneke li welatekî mayîn behs hatine belavkirinê, ku ez hazir dibim, derheqa pirsgirêka Qerebagêda dokûmêntê îmzekim, bi kîjanê Arsaxê gerekê teslîmî Adirbêcanê bikin»,- serokwezîr gotîye.

Bi  axaftina derheqa wan elametîyada ku desthilatdarîya Ermenîstanê dixweze Arsaxê teslîmke, serokwezîr gotîye, wekî ewê ku Arsaxê teslîm dike, wê piştî şêr ew yek nekira. «Ez lêyborînê hezar carî dixwezim û ez mecbûrim bêjim, wekî Arsax eşîya nîne ku tu teslîmkî. Arsax berê ewlin ew merive , yê ku li wir dijî. Heger me bixwesta Arsax teslîm bikira, meyê piştî şerê 44 roje bi deha mîlîyarda xerc nekira, bona ku arsaxî paşda vegerîyana malên xwe. Em li Arsaxê învêstîsîyayên mezin dikin, çimkî xweykirina Arsaxê dide kifşê, ku arsaxîya li wir xwe xweykin»,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button