24-ê nîsanê berbi baza li Îraqê, li kîderê leşkerên tirka cîhwarbûyîne, şeş rokêt hatine berdanê.Derheqa zîyana matêrîyalî û mervên zyankêşda tu tişt nehatine gotinê.
Ev yek li baza “Zlîkan” ê, li nehîya Başikê qewimîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew rokêt ji nehîya Şêxanê hatine berdanê.
Baza “Zlîkan” ê gelek cara bi rokêta tê êrîşkirinê. Hetanî niha tu organîzekê, yan jî grûpekê cabdarîya van êrîşa hilnedaye ser xwe. Ev êrîşa dawî nava pênc hevtîyada ya çaremîne.