H’emû nûçeSereke
Hejmarên zordarî û hukumkirinên hindava rojnamevanada kêm bûne

Nava hersê mehên sala 2O22-a da himberî wedê pêşda li Ermenîstanê bona şuxulkarîya rojnamevana wedê edil bûye. Anegorî raporta hersê mehên ewlin, ya komîtêya parastina azaya xeberê, zordarîyên fîzîkîye hindava rojnamevanada û hukumkirinên li ser xebata wan kêm bûne. Nava wan mehên ewlinda komîtêyê tenê derheqa bûyarekêda daye dîyarkirinê. Nava wan mehên sala 2O21- ê da hevt bûyar qewimîne. Serokê komîtêya parastina azaya xeberê Aşot Mêlîkyan gotîye, wekî nava mehên ewlinda, yên sala îsalin, halê welêtî sîyasîyî hundur himberî wedê derbazbûyî edil bûye.







