H’emû nûçeSereke

Hilbijartina Makron careke mayîn bona pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê tiştê herî başe: sîyasetmedar

Nava êtapa dueda, ya hilbijartinên serokê Fransîyayê, Êmanûêl Makron ser ketîye. Bi fikira şiroçîya nava pênc salên xebata Makronda, dostîya  Ermenîstanê û Fransîyayê gihîştîye asteke diha bilind.

Nava dîroka Fransîyayêda hetanî roja îroyîn sê serokara li hev hatîye ku êtapa duemda careke mayîn bêne hilbijartinê, Makron ji sala 2O17-a da qulixa serokê Frasîyayêdane.Wextê qulixa Makrone nava pênc salada, dostîya Ermenîstanê û Fransîyayê gihîştîye asteke bilind. Sîyasîzan Vahê Pogosyan derbarê wê yekêda daye dîyarkirinê. Bi gotina wî hilbijartina Makron tiştê herî baş bû, ku nava heleqetîyên Ermenîstanê  û Fransîyayêda qewimî.

“Ez gerekê bêjim, wekî Komara Fransîyayê bona sîyasîya Ermenîstanêye der her dem alîkî seyasetêyî girîng bûye, bi taybetî nava dorana Yekîtîya Avropayêda.Gelek cara bi saya pêwandîyên dualî pirsên biçûke di navbera Ermenîstanê y Avropayêda hatine helkirinê”,-Vahê Pogosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button