H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dicêribîne êtapa dawî ya paqijkirinên êtnîkîye hindava ermenîyên Qerebagê ser hevda bîne: Êdûard Agacanyan

Serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pêwandîyên der, endamê dêlêgasîya Ermenîstanêye nava parlamênta Avropayêda, Êdûard Agacanyan bi axaftin pêşda hatîye.Agacanyan nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî krîzeya li Ûkraînayê û encamên wêye hûmanîtarî bona Şêwira Avropayê girîngin û serda zêde kirîye, wekî Adirbêcan wî halî dide xebatê, ku guhdarîya civaka navnetewî li ser Ûkraînayêye. Ew kirinên eşkere mîyaser dike û maf-azayên li gorî konvênsîya avropî diteribîne. Agacanyan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan dîsa borcdarîyên xweye li gorî konvênsîyayê teribandîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî ji sibata sala 2O22- a da hêzên azêrîya binelîyên gundê li rex sînorê Arsaxê dide tirsandinê û tehsîra pisîxolocî  li ser wan dihêle.Gilî derheqa wê yekêdane, wekî azêrî bangawazîya belav dikin ku ew erd bêcer nekin, ji malên xwe derkevin û heger usa nekin, ewê bi fîzîkî bêne cezakirinê.

Êdûard Agacanyan usa jî derheqa sekinandina gazêda jî daye dîyarkirinê, dema ku 7-ê adarê, 15O OOO meriv li Qerebagê bêyî gaz mabûn û bin tehsîra civaka navnetewîda Adirbêcanê 19-ê adrê dayîna gazê daye dasekinandinê.

Êdûard Agacanyan gotîye, wekî ev yek mînaka klasîke, ya bona paqijkirinên êtnîkî. Bi gotina wî, nevsên azêrîyaye fermî gelek cara elam dikin, wekî dew û doza Qerebagê ser hevda hatîye û ermenîyên Qerebagê dikarin aramîyêda bijîn, lê Adirbêcan dicêribîne êtapa dawî, ya paqijkirinên ermenîyên Qerebagê ser hevda bîne, çimkî ew dibîne wekî civaka navnetewî niha guhdarîya xwe danîye ser halê dora Ûkraînayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button