SerekeSîyasî

Serokwezîr pêşwazî li nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê NATO-ê kir

Nîkol Paşînyanê serokwezîr nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê NATO-ê, yê Kafkasya  û Asya Navîn, Xavîêr Kolomîna qebûl kirîye.

Serokwezîr bi xêrhatina seredana birêz Kolomîna jî diyar kir ku hevkarîya Ermenîstanê ya bi NATO-ra, bi taybetî di dorana mîsyonên aştîparêziyêda, ji bo kûrkirina wêye. Derbarê rewşa herêmêda, Nîkol Paşînyan diyar kir ku rewş gelekî aloze, û Ermenîstan ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî gava diavêje û pêwîst dibîne ku di wê prosêsêda piştovanîya hevkarên navdewletî bê kirin.

Xavîêr Kolomîna spasîya pêşwazîkirinê kir û dîyar kir ku “Ermenistan ji bo NATO-ê şirîkê potênsiyale” û silavên sekrêtarê giştî yê NATO-ê Yêns Stoltênbêrg ji serokwezîrê Ermenîstanêra ragîhand. Wî bal kişandiye ser wê yekê ku Hevbendîya Atlantîka Bakûr şuxulkarîya aştîparêzên Ermenîstanê ya di mîsyona aşitiyê ya Kosovoyêda bilind qîmet dike, “serdana wî ji bo gotûbêjkirina pêrspêktîvên hevkarîyê û bûyarên herêmî derfeteke başe.” Birêz Kolomîna gotîye ku NATO çareserkirina  aştî û aramîyê ya li Başûrê Kafkasyayê grîng hesab dike û amadeye di wê prosêsêda piştgirîyê bike. Serokwezîr tabîyên Ermenîstanê, yên derbarê dîyarkirina sînorê Ermenistanê û Adirbêcanê, çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê, vekirina rêyên ragihandinê û pêvajoya diyaloga Ermenistan-Tirkîyayê raber kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button