16OO welatîyên Rûsîyayê berbirî Ermenîstanê bûne ku bibine welatîyên Ermenîstanê: himberî sala 2O21-ê ew hejmar 8 cara zêde bûye
Ji roja ewlinda ya şerê Rûsîyayê û Ûkraînayê, hetanî nîveka meha nîsanê nêzîkî 16OO welatîyên Rûsîyayê û 3O welatîyên Ûkraînayê berbirî îdara Ermenîstanêye pasporta û vîza bûne, bona ku bibine welatîyên Ermenîstanê. Hatîye ragîhandinê, wekî himberî sala derbazbûyî erzên welatîyên Rûsîyayê 8 cara zêde bûne, lê yên welatîyên Ûkraînayê dubare bûne. Erzên bona stendina statûsa bona mayîna li Ermenîstanê kêm nînin.Bona stendina statûsa mayînê jî nava wî wedeyîda nêzîkî 35O welatîyên Rûsîyayê û 4O welatîyên Ûkraînayê erzên xwe dane.
Statûsa mayîna li Ermenîstanê bi sê derecaye, ya wedelû, ya hertimî û ya mexsûs.Statûsa mayînê didine her welatîkî bîyanî, heger menîyên wê yekê hene ku ew dikarin ji salekê yan jî zêde li Ermenîstanê bimînin. Menîyên wê yekê dikarin bibin xwendin, xebat, bîznês, yan jî heger ew meriv endamê malbeteke ermenî yan jî welatîyê Ermenîstanêye.
Ji qulixdarîya mîgrasîyayê elam kirine, wekî nava sê mehên sala 2O2O-î da 142 OOO welatîyên Rûsîyayê û 6OOO welatîyên Ûkraînayê hatine Ermenîstanê.