H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan  dêlêgasîya wekîlên Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayêye mîsîya dîtindarîyê qebûl kirîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê dêlêgasîya wekîlên Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayêye mîsîya dîtindarîyê qebûl kirîye.

Bi axaftina derheqa armanca seredanêda, serokê mîsîya dîtindaîyê Yohan Mirfî  daye dîyarkirinê, wekî ew hatine Ermenîstanê bona ku raporta dawî, ya hilbijartinên sala 2O21-ê ye li Ermenîstanê, raber bikin.Wextê hevdîtinê, serokê parlamênta Ermenîstanê derheqa wedê piştî hilbijartinên 2O-ê hezîrana sala 2O21-ê xeberdaye û derheqa pirsên derbarê guhartinên qanûnî û halê dêmokratîya li Ermenîstanê daye dîyarkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa pirsgirêkên bêqezîyabûna herêmêda çûye.Serokê parlamêntê derheqa rola organîzeya avropîda daye dîyarkirinê û guhdarî teglîfî li ser elametîyên wekîlên Adirbêcanêye agrêsîvda kirîye.Ewî gotîye, wekî tenê bi rêya helkirina pirsgirêka Qerebagê dikarin bighîjine armaîya li herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button